Li kampa Eyn Îsayê çi qewimî, malbatên çeteyên DAIŞ‘ê bi ku derê ve çûn?

Malbatên çeteyên DAIŞ‘ê agahiyên derbarê êrişa li ser kampa Eyn Îsayê, çawa çete ji wir reviyan û ber bi herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk de derketin dan. Rêveberên kampê diyar kirin ku wan 90 malbat girtin û lêgerîna malbatên din berdewam e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra 15‘ê Cotmeha derbasbûyî bi çekên giran û balafran êrişî kampa Eyn Îsayê kirin. Hêzên dagirker ji van êrişan armanc dikin malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji kampê derxîne.

Di kampê de 250 malbatên biyanî hene û yên din sûrî û iraqî ne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişê de şaneyên veşartî yên di kampê de bi kar anîn ku agir berdan kampê. Di encamê de gelek malbatên çeteyan ji kampê reviyan û gelek ji wan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqa, Tebqa û Minbicê ve hatin girtin.

Derbarê vê mijarê de wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê em hevdîtin li gel malbetên çeteyên DAIŞ‘ê re yên ku ji kampê reviyan û ji aliyê hêzên ve hatin girtin, pêk anî.

Yek ji endamên malbata DAIŞ‘î  jina bi navê Wijdan Kemal e. Wijdan ji parêzgeha Enbar a Iraqê ye, di Tîrmeha 2016‘an de bi hevjînê re tê Sûriyê û li bajarê Bûkemal ê Dêrazorê bi cih dibin. Piştî şerê li El-Bûkemalê, tê kampa Tiwêhîna ya herêma Tebqayê. Ji vir dema hewl didin birevin bajarê Ezazê û ji wir derbasî Tirkiyê bibin di destpêka 2018‘an ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve tê girtin. Piştre ji bo kampa Eyn Îsayê tên veguhestin.

‘Piştî topbaranê kesên rûgirtî gule li kampê reşandin‘

Wijdan Kemal dibêje: "Saetên sibeha tiştek tinebû, piştre dengê balafiran hat, me texmîn kir ku yên koalîsyonê ne, piştre jî dest bi bombebaranê kir, wê demê me nas kir ku yên Tirkiyê ne. Hemû kesên li kampê ji tirsa belav bûn. Hin kesên rûgirtî dest bi gulebaranê kirin, ew şaneyên veşartî yên li kampê bûn. Malbata me û hin malbatên Iraqê ji kampê derketin û me berî da Reqayê, li bendên kontrolê em hatin girtin û me anîn kampa Holê."

‘Şaneyên veşartî piştî belge dizîn agir bi kampê xistin‘

Wijdan wiha didomîne: "Ez careke din vegeriyan kampa da ku hin pêwîstiyan bînin, min kesên bi cilên sivîl û bi çek dîtin ew şaneyên veşartî bûn, derbasî odeya rêveberiya kampê bûn, belge birin û ode şewitandin."

‘Dema şewitandina kampê 25 malbatên Tirkî û 4 malbatên biyanî hatin derxistin‘

Têkildarî derketina malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî Wijdan Kemal wiha dibêje: "Malbatên Tirk bi Tirkiyê re di nava têkiliyan de bûn, ji min re digotin ku Tirk wê werin û wan bibin, tenê dê muhaciran (Malbatên çeteyên DAIŞ ên biyanî) bibin. Dema êrişî kampê kirin malbatên Tirk ku hejmara wan di navbera 20 û 25 malbatî de ye, du malbat ji makdoniya û du almanî birin."

Hevjînê wê yê DAIŞ‘î reviya Idlibê

Rehef Ehmed El-Xelef, ji bajarê Meyadîn ê Dêrazorê ye, hevjînê wê yê DAIŞ‘î Mehmûd Hisên Îsmaîl e. Piştî êrişên rejîma Sûriyê di 2017‘an de bi hevjînê xwe re direvin Idlibê. Li bajarê Siqlên yê Idlibê ew û du zarokên xwe  li hevjînê xwe digerin, lê hevjîne wê dest jê berdide. Ji ber ku hevjînê wê bi zorê dixwaze zarokên jê bistîne wê dixin girtîgehê Cebhet El-Nusra û carê girtîgehên dagirkeriya Tirk li Mariyê, di girtîgehan de derdora 2 sal û 3 mehan dimîne. Piştre di rêya Ezazê derbasî Minbicê dibe, li wir jî tê girtin û veguhestin kampa Eyn Îsayê.

Derbarê bûyerên dawî yên li kampa Eyn Îsayê rû dane, Rehef El-Xelef wiha tîne ziman: "Dema li kampê bûm, artêşa Tirk bi balafiran kamp bombe kir. Di wan kêliyan de erebe derbasî kampê bûn, di erebeyê e kesên bi qemîsên spî û şerwalên reş hebûn, ji aliyê paş ve agir berdan kampê û bê serûber gule avêtin kampê."

Gelek malbatên çeteyan berê xwe dan artêşa Tirkiyê

Rehef Ehmed Xelef destnîşan kir ku gelek malbatên çeteyan ji kampê derketin û berê xwe dan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha domand: "Em di nav kampê de man. Piştre me xwest tevî hejmarek malbatên sûrî biçin bajarê Reqayê. Lê li bendekî kontrolê em hatin girtin. Piştre me anîn kampa Holê."

`Di kampan de gelek xwepêşendanên piştevaniya daxuyaniyê Erdogan di êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar diketin`

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a ewlehiya kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eylûl Rizgar destnîşan kir ku beriya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbatên çeteyan kirinên xirab li kampên Hol, Roj û Eyn Îsayê dikirin. Her wiha xwepêşedanên piştevaniya Erdogan li dar dixistin.

Eylûl got: "Di kampa Holê de xwepêşedanên piştevaniya Erdogan li dar ketin. Li gorî agahiyên ku gihaştine ber destê me, li kampên Roj û Eyn Îsayê jinên DAIŞ`ê xwe perwerde kiribûn. Di nav kampê de rêxistinek veşartî hebû. Girêdayî vê mijarê me hejmarek jinên DAIŞ`î girtin."

Şaneyên veşartî di hundir û derveyî kampê de amadebûn êriş bikin

Girêdayî rûdanên di kampa Eyn Îsa de Eylûl ev tişt got: "Destpêkê li gel topbaran artêşa Tirk a dagirker kampê û dora wê şaneyên veşartî êrişî kampê kirin. Piştre rêxistina jinên DAIŞ`î di nav kampê de belî kir ku ew jê re amade ne. Dest bi revê ber bi artêşa Tirk ve kirin. Hinek ji wan ji kampê ber bi herêmên din ve derketin. Ji ber ku, ji ber topbaranê me nikarî rewş kontrol bikira."

Eylûl destnîşan kir ku li gorî agahiyan, jinên DAIŞ`î li Minbic, Reqa û Kobanê xwe veşatine. Ew li ser ewlehiyê herêmê jî xeter in.

`Zêdetirî 200 malbatên DAIŞ`î berê xwe dan artêşa Tirk a dagirker`

Girêdayî şaneyên veşartî yên di nav kampê de Eylûl got: "Di lêpirsînê de bi malbatên ku me girtine û şopandina kirinên wan, diyar bû ku derdora 200 malbatên DAIŞ`î xwe gihandin artêşa Tirkiyê. Her wiha şaneyên veşartî jî malbatên din dema derbasî kampê bûn bi xwe re birin. Ev tişt di dîmenên li Girê Spî de diyar dibin. Me hejmarek malbatên DAIŞ`î me berê nasdikir di nav bajarê Girê Spî de dît, ew ji nasnameyên cuda ne. Berê di nav Kampa Eyn Îsayê de bûn. Dîmenên din jî çete dibêjin ew hatine Eyn Îsayê û malbatên xwe rizgar kirine. Ev tişt jî teqez dike ku çeteyên DAIŞ`ê ji nav kesên ku êrişî herêmê dikinin."

`Me heta niha derdora 90 malbat girtî`

Girêdayî çawaniya girtina malbatên ku ji kampê revîne, Eylûl got: "Bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên din ên girêdayîn Rêveberiya Xweser li herêmên Reqa û Tebqayê me heta niha 4 malbatên sûrî, 15 malbatên Iraqî, derdora 70 malbatên ji nasnameyên cuda girtine. Hemû malbatên çetyên DAIŞ`ê ne. operasyonên lêgerîna malbatên din hîna berdewam in."

Têkildarî rewşa malbatên ku hatine girtin, Eylûl diyar kir ku ew niha di kampa Holê de di beşek taybet de û lêpirsîna bi wan re berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din