Li kampa Berxwedan çalakiyên hunerî û çandî

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê çalakiyên roja 7'an a hefteya çandê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê li dar xistin.

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Efrînê, Tevgera Kevana Zêrîn çalakiyên roja 7'an a hefteya çandê li kampa Berxwedan li dar xistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama Tevgera Kevana Zêrîn Rohayî Bekir behsa girîngiya lidarxistina van çalakiyan kir û got: "Ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Zîlan e. Armanca me parastina çand û kevneşopiya Kurdî ye."

Piştre koma Şehîd Berçem stranên folklorî gotin, koma Şehîd Baran şanoyek ji bo zarokan li ser girîngiya paqijiyê pêşkêş kir. Her wiha koma Şehîd Mizgîn jî staranên şoreşgerî gotin.

Çalakî bi dîlanên folkolarî ji aliyê koma navçeya Ehdasê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din