Li Kabulê teqîn

Ajansa Associated Press ragihand ku erebeyeke mezin a bombebarkirî paytexta Afganistanê hejand, dûman ji rojhilatê Kabulê anku nêzî taxa ku balyozxaneya Amerîkeyî, şandeya NATO û şandeyên diplomatik ên din têde hene, bilind bû.

Berdevkê polîsên Kabulê Ferdos Feramez ji ajansa Associated Prees got ku teqîn li herêma Polîsên Tasîaa ya bajêr pêk hat, diyar e ku nuqteya lêgerînê ya herêma"Şaş Darak"ku buroyên desthilata ewlekariya neteweyî ya Afganistanê lê ne, kiriye armanc.  

Nûçegihanê AP`ê encamên wendahiyên teqînê diyar nekirye.

Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn Nesret Rehîmî got, erebeyeke bombebarkirî li ser rêya sereke teqiya, yekser polîsan rê girtin û kesî bûyer negirte ser xwe.

Ji aliyê xwe ve jî, ajansa Rutersê li ser zimanê rayedarên hikumetê ragihand ku îro teqîneke xwekuj li navrasta paytexta Afganistanê Kabul rû da û pencere û deriyên li herêma nêzî balyozxaneyan û avahiyên hikumetê hejand.

Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn Nesret Rehîmî teqîn piştrast kir û got armanca teqînê ne diyar e.

Nesret Rehîmî wiha li axaftina xwe zêde kir; "Ambulans û tîmên xelasiyê diçin devera teqînê."

AFP`ê jî ragihand ku teqîn herêma"Şaş Darak"hejand. Tê zanîn ku herêm zêde parastî ye, bi herêma Xedraa ve girêdayî ye û cihê gelek kombûnên girîng e, di nav de gerînendeya Wetenî ya ewlekariyê"NDS"û saziyên îstixbaratê yên afganî heye.

Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn Nesret Rêhîmî got: "Em teqîna li herêma Şaş Darak a ku di saet 10.10`an de pêk hat piştrast dikin. Nesret got teqîn di encama erebeyeke bombebarkirî de rû daye.

Têkildarî mijarê berpirsekî ewlekariya Afganistanê ji AFP`ê re ragihand ku wendahî hene û teqîn nêzî nuqteya kontrolê pêk hatiye, her wiha heta niha aliyê berpirsyar nehatiye eşkerkirin.

Mesûd Zazayî yê ku li kolana teqîn lê rûdaye xwedî navenda wênegiriyê ye got, dema teqîn rû da, ew li studyoya xwe bû.

Zazayî ji AFP`ê re got, ji ber bandora teqînê ew ji kursiya xwe ket û studiyo ji duman tarîbû.

Zazayî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Piştî teqînê bi çend kêliyan ez derketim cihê teqînê, min dît ku li kêleka rê cenaze û kavil hene."

Roja duşemê teqîneke xwekuj li rojhilatê Kabulê rû da û li gorî tevgera Talîban êrîş li dijî kombûneke biyanî rû da û di encamê de 16 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kesan jî ku piraniya sivîl bûn birîndar bûn.

Tevî ku DYA`yê û tevgera Talîban gihaştin hevpeymaneke girêdayî vekişandina Pantagon ji hezarên leşkeran ji Afganistê û beramberî vê yekê jî Talîban êrîşan rawestîne, lê hêj êrîş berdewam in.

Têkildarî vê hevpeymanê  heta niha  nerehetî heye û Afganistan texmîna vegera Talîban li desthilatê, zêdebûna hejmara endamên kongirêsê û rayedarên Amerîkayî yên ku giliyên xwe tînin zimên dike.

Li ser esasê hevpeymanê heta niha ev hatiye ragihandin;Pantagon dê 5 hezaran ji hêzên xwe ku hejmara wan gihaştiye 13 hezaran vekişîne yan jî pênc baregehên xwe ji hemû aliyên Afganistanê bi boneya sala bê, bi şertê ku Talîban ewlekariyê biparêze vekişin.

Tevgera Talîban diyar kir ku ew ê dev ji El-Qaîdê berdin û li dijî DAIŞ`ê şer bikin, rê li pêşiya bikaranîna her du aliyên ji Afganistanê wekî cihê ewlekariyê bigere.

Roja çarşemê hikumeta Afganistanê têkildarî hevpeymana muhteml gumanên xwe anî ziman.

(eh)


Mijarên Din