Li Kabulê teqîn: 24 mirî

Îro li nêzî kombûneke hilbijartinan ku serokê Afganistanê jî tê de bû, teqîneke mezin pêk hat û 24 kesan jiyana xwe  ji dest da.

Polîsên Afganistanê ragihand ku di encama teqînê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Teqînê kombûna ji bo hilbijartinan a li naverasta Kabûlê kire armanc.

Ajansa Sputnîk li ser zimanê berdevka wîlayeta Brown a Afganistanê Wehîda Şehkar wiha ragihand: "Teqîn li ber nuqteya kontrolê ku kombûna hilbijartinan li wir bû, pêk hat. Kombûn girêdayî koma avakirina dewletê bû û di encama bombeyekê ku bi erebeya polîsan ve hatibû bicihkirin, teqîn pêk hat."

Berdevka wîlayetê Wehîda Şehkar wiha axaftina xwe domand: "Heta niha rapora hejmara kuştî û birîndaran di destê me de tune ye û hêzên ewlekariyê derdora cihê teqînê girtiye. Serokê Afganistanê di kombûnê de bû, rewşa wî baş e û teqîn li pêşiya derî pêk hat."

Hilbijartinên serokatiyê yên Afganistanê dê di 28`ê Îlonê de pêk werin û tê de 18 namzet beşdar bûne, ji wan serokê niha li ser desthilatê Mihemed Xanî jî heye.

(eh) 


Mijarên Din