Li Kabûlê êriş: 4 kes hatin kuştin û 200 kes jî hatine dorpêçkirin

Çekdarên nenas êrişî perestgeheke Sîx a li paytexta Afganistanê kirin, 4 kes kuştin û 200 kes jî hatin dorpêçkirin, hêzên ewlekariyê hewl didin kesên hatine dorpêçkirin rizgar bikin.

Rojnameya Daily Mirror a birîtanî ragihand ku cenazeyê 4 kesan di teqîna xwekujî ya li dijî perestegeha Sîx a li paytexta Afganistinê Kabûlê hatine dîtin.

Berdevkê Wezareta Karê Hundirîn Tariq Îreyan anî ziman ku hêzên ewlekariya Afganistanê herêm dorpêç kirin û bi êrişkaran re rû li rû ne, lê ne hejmara êrişkaran hate naskirin û ne jî nasnameya wan diyar e.

Endamê parlamantoyê rêola Sîx El-Sexîr Narînder Sînêx Xalsa diyar kir ku belgeyên kuştina 4 kesan û dorpêçkirina derdora 200 kesên di hundirê perestgehê de di nava destên wî de ne, her wiha bi lêv kir ku vê sibê 3 xwekuj derbasî mala Amselayê ku nimêjkerên Sîx lê hebûn û şer di navbera hêzên Afganistanê êrişkaran de derket.

Berdevkê Wezareta Hundirîn axivî û got:"Hêzên Ewlekariya Afganistanê qatek ji perestgehê paqij kir û da ku sivîl nebin qurban hêdî tev digere."

Êriş piştî rojekê ji ragihandina DYA`yê ji kêmkirina alîkariya ji hikumeta Afganistanê re ku derdora milyarekî bû pêk hat. Her wiha rayedarên siyasî yên bi nakok di vê derbarê de negihaştin hevpeymanekê û komîteyeke danûstandinê bi Talîban re nehat avakirin.

Derbarê vekişandina hêzên navdewletî ku DYA`yê wan bi rê ve dibe, di meha derbasbûyî de DYA`yê bi Talîban re hevpeyman îmze kir, lê hevpeyman ji bo çeteyên DAIŞ`ê ne derbasdar e.

 (eh)


Mijarên Din