Li Iraqê xwepêşandanên bi daxwaza derketina hêzên biyanî

Bi hezaran piştgirên tevgera Teyar El-Sedrî ya bi pêşengiya Muqteda El-Sedr îro li Bexdayê xwepêşandan li dar xist û daxwaz ji hikumetê kir ku biryara parlamentoyê ya derxistina hêzên biyanî ji welêt, pêk bîne.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê pirên Cadiyê û Tabiqîn li navenda Bexdayê ji bo ewlehiya xwepêşandêran girtin.

Li qadan xwepêşandêran daxwaza têkbirina fesadê kir û di navbera wan û çekdarên nenas de li Bexda, Besra û Kerbelayê pevçûnan rû da.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê jî kaxezeke hişyariyê li dîwar xist û ev tê de nivîsandibû: "Vê nuqteyê derbas nekin, eger derbas bikin dê tedbîrên pêwîst bên girtin."

Serokê Teyar El-Sedrî yê Iraqê Muqteda El-Sedr bang li "xwepêşandana bi milyonan kesî kir" û daxwaza bidawîkirina hebûna hêzên Amerîkayê li welêt kir, di demekê de ku komên Heşd El-Şebî ya girêdayî Îranê jî niyet dikin beşdarî xwepêşandanan bibin.

Li Iraqê 5 hezar leşkerên Amerîkayê li gelek baregehên leşkerî hene, ew parçeyek ji koalîsyona şerê li dijî DAIŞ`ê ne ku di 2014`an de hate avakirin.

(jo)


Mijarên Din