Li Iraqê operasyona dorpêçkirina çeteyên DAIŞ`ê hate ragihandin

Bi armanca dorpêçkirina çeteyên DAIŞ`ê, Iraqê bi beşdariya hêzên artêş, polîs û Heşdî Şebî operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê  îro ragihand ku li parêzgeha Diyala ya rojhilatê Bexdayê bi hedefa serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyoneke leşkerî ya berfireh dest pê kiriye.

Operasyonê li 3 eniyan dest pê kir û wek berdewamkirina dabînkirina ewlehiyê ji bo vegera koçberên 6 herêmên parêzgeha Diyalayê ye.

 (fr)


Mijarên Din