Li Iraqê balafirek leşkerî ket xwarê

Walî Selah El-Dîn El-Ceborî ragihand ku îro balafirek leşkerî ya Iraqê li qezeya Beled ket û piştrast kiri ku pîlotê  balafirê û alîkarên wî jiyana xwe ji dest dan.

Walî Emar El-Cebûrî ji Al-Sumaria re anî ziman ku balafirek leşkerî ya Iraqê li qezeya Beled ket di encamê de pîlot û alîkarên wî jiyana xwe ji dest dan.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku dema balafirê erkên xwe yên perwedeyê pêk dianî, li navçeya Beled a girêdayî herêma Seyîd  Mihemed ket xwarê.


Mijarên Din