Li Iraqê 5 çete hatin kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li başûrê Bexdayê baregeheke çeteyan dorpêç kir û di encamê de 5 çeteyên xwekuj hatin kuştin.

Li gorî El-Someriya, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ragihand ku duh di encama dorpêçkirina hêzên ewlekariya Iraqê de ji bargeheke çeteyan re li başûrê rojavayê Bexdayê, 5 çete hatin kuştin, her wiha piştrast kir ku efserekî hêzên wan jî hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bû.  

Şaneyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî agahiyên îstixbaratî, îstixbaratên di Wezareta Hundirîn de (Şaneya El-Suqûr)  bi hevkariya firokeyeke bêpîlot a Koalîsyona Navdewletî û Foca Yekemîn a Lîwaya 54an operasyonek li gundê Meamira Zêdan a başûrê Bexdayê li dar xist. Di encamê de hêzên wan nuqteyeke çeteyan dorpêç kir û dema ku hêzên hevbeş ketin vê bargehê, çeteyekî  xwe teqand.


Mijarên Din