Li Iraqê 2 xwepêşandêr hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn

Li bajarê Nasiriyê yê Iraqê gelek pevçûnan rû da, kesên nenas êrişî konên xwepêşandanê kir û di encamê de 2 xwepêşandar hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.

Someriye News li ser zimanê çavkaniyekî ewlehiyê ragihand di pevçûnên li Nasiriyê de ku berbanga îro rû dan, 2 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Çavkanî da zanîn ku kesên nenas berbanga îro êrişî xwepêşandêran li Qada Hebobî kir û konên wan şewitandin û di encamê de 2 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest da û 18 jî birîndar bûn ku hin ji wan birînên xwe giran in.

Li aliyekî dîtir jî, li gorî rayedarekî Iraqê, 3 moşek şeva berê herêma Xedra ya naverasta Bexdayê ketin û yekser balyozxaneya Amerîkayê hatibû hedefgirtin. Di encamê de kesek birîndar bû, her wiha moşekek ji wan li xwaringehekê ket.

Li Iraqê xwepêşandêr ji 1’ê Cotmehê ve xwesteka guhartinên siyasî dikin, her wiha dîsa xwepêşandan li kolan û qadên Bexdayê û gelek bajarên li başûrê welat pêk hatin.

(fr)


Mijarên Din