Li Idlibê topbarana hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk berdewam e

Li Idlibê topbarana hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk berdewam e. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê hewl didin li rojavayê Helebê û gundewarên Idlibê bi pêş ve biçin.  

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê gundên Çiyayê El-Zawiyê û gundewarên başûrê Idlibê û baregehên çeteyên dewleta  Tirk li Sehil El-Xab topbaran kirin. Di heman demê hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran  kombûna hêzên hikumetê li Seraqib û eniya Kefer Nibil ên Idlibê hedef girtin.

Li aliyekî din SOHR`ê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniya Teqad a rojavayê Helebê û gundê Filêfil ê Idlibê bersiv da hewldana pêşçûna hêzên hikumetê.

Li gorî SOHR`ê, di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de li eniya El-Fitêra ya bejahiya başûrê Idlibê û Teqad û Besreton yê bejahiya rojavayê Helebê de şerekî demkî heye. Di heman demê de herêmên çeteyan li Çiyayê El-Zawiyê yê gundewarê Idlibê, gundên Kefer Teal û Tedlîl yên gundewarên Helebê, eniya Kebanê li çiyayê El-Ekrad li bejahiya Laziqiyê û herêmên Sehil El-Xab li bakurê rojavayê parêzgeha Hemayê hatin topbarankirin.

(oh)

ANHA

 


Mijarên Din