Li Idlibê rejîmê 2 gund xistin bin serweriya xwe

​​​​​​​Hêzên rejîmê bi alîkariya hewayî û bejahî 2 gundên li başûrê Meret El-Numan xistin bin serweriya xwe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şerê li eniyên rojhilatê bejahiya Idlibê di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de didome. Şer ji ber êrişa hêzên rejîmê ku dixwest gelek herêman bixe bin serweriya xwe, piştî ku êrişên leşkerî roja çarşemê hatin sekinandin.

Hêzên rejîmê di nava çend saetên dawî de gundê Ebû Cirîf û Til Xetra yên rojhilatê bajarokê Seraqib û başûrê bajarê Meret El-Numan bi alîkariya hewayî û asîmanî xistin bin serweriya xwe.

Balafirên Rûsî bajarê Meret El-Numan û gundewarên Ebû Dihûr dike hedef û bi dijwarî eniyan bombebaran dike.

 (bx)


Mijarên Din