Li Idlibê kuştî û birîndarên hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk hene

Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li herêma Idlibê şer gur dibe û di encamê de gelek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku şerekî tund di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Sûriyê li eniya gundê Fitêra li çiyayê El-Zawiye yê başûrê Idlibê de rû da.

Di vî şerî de 3 leşkerên hikumetê jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn û 2 çete jî hatin kuştin.

Her wiha, balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê sînorên Sûriye – Tirkiyê ji herêmên Sermeda, Waldana û Dîr Hesan heya bigihêje herêmên rojavayî Helebê, firiyan


Mijarên Din