Li Idlibê dewleta Tirk hêzên hikumeta hedef digire

SOHR’ê daxuyand ku hêzên dewleta Tirk a dagirker bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê yên li bajarokê Seraqib ê bejahiya Idlibê topbaran kir, li gel wê jî balafirên Rûsyayê li herêmê gerîn.

Navend Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) diyar kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Seraqibê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Sûriyê yê li bejahiya rojhilatê Idlibê de topbaran kir, lê tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketin.

Di heman demê de hêzên hikumetê bejahiya başûrê Idlibê ji deverên Kensefra, Filêfil, Sifohin û Fitêra topbaran kirin, her wiha balafirên şerê yên Rûsyayê dîsa li asîmana parêzgeha Idlibê gerî.

SOHR’ê ragihand ku di berbanga îro de balafirên şer ên Rûsyayê deverên Biniş û derdora wê ya li bejahiya Idlibê bombebaran kir û zêdetirî 10 moşekan avêt.

(fr)


Mijarên Din