​​​​​​​Li Idlibê behsa şerekî leşkerî giştî tê kirin… sê senaryoyên şerê lê herêmê

Geşedanên dawîn ên li başûrê Idlibê îşaret bi senaryoyên nû dikin û dibe ku agirbesta 5 mehî ya li Idlibê di zûtirîn demê de bi êrişên hêzên hikumeta Sûriyê li dijî çeteyên dewleta Tirk bi dawî bibe.

Al-Monitor a Amerîkayê îro analîzek belav kir û tê de diyar kir ku agirbesta şikestî ya li Idlibê ya ku ji destpêka meha Adarê ve ketibû meriyetê, dibe ku hilweşe li gel nîşaneyên amadekariyên hêzên hikumeta Sûriyê ji bo êrişkirina nuqteyên çeteyan.

Agirbesta li Idlibê ruxmî binpêkirinên cuda, lê heta asteke mezin berdewam kir. Dewleta Tirk û Rûsyayê ji 5`ê Adarê ve zêdetirî 25 dewriyeyên hevpar meşandin. Lê ev hewldan bi ser neket û rêya navdewletî kontrol nebû û careke din li pêşiya bazirganî û veguhestinê nehate vekirin. Sedemên binkeftina vê hewldanê vedigerin komên tundraw ên ku bi pirsporî xwe di nava şêniyên herêmê de vedişêrin û hinek şêniyên herêmê piştgiriya wan dikin.

Ji beriya mehekê ve hêzên hikumetê sewqiyatên xwe li başûrê Idlibê xurttir dike. Gelek kes jî dibînin ku ev amadekariyên pêkanîna êrişekê li dijî deşta Xab û çiyayê Zawiyê ye.

Nîşaneya êrişeke nêz diyar bû, di 2-3`yê Tebaxê de balafirên Rûsyayê gelek herêmên li bakur û rojhilatê Lazîqiye û Biniş li rojhilatê Idlibê kirin hedef, li gel êrişên bi top û moşekan li dijî deşta Xab û çiyayê Zawiye. Hêzên Rûsyayê û hikumeta Sûriyê ji bo ku rê li pêşiya êrişên bejahî vekin û sivîlan neçarî koçberiyê bikin, gelek caran êrişên asmanî û topbaranê pêk tînin.

Dibe ku êrişeke bejahî ji bo dabînkirina rêya M4 li ser sê qonaxan pêk were:

Di qonaxa yekemîn de, bêguman êriş dê ji başûr dest pê bike. Armanca wê jî tunekirina çeteyan li deşta Xabê û çiyayê Zawiyê ye. Ji ber ku bê dabînkirina vê herêmê hêzên hikumetê nikarin ber bi bakur ve bi pêş de biçin.

Di qonaxa duyemîn de, tê payîn ku êriş ber bi bakurê rojavayê çiyayê Ekrad û pira Şixûr fireh bibe. Hêzên hikumetê ji kontrolkirina pira Şixûr armanc dikin rêya peywendiyan di navbera çeteyan û dewleta Tirk de qut bikin.

Heke hikumeta Sûriyê vê rêyê qut neke, nikare sînorê bi dewleta Tirk re bigire û dest bi şerê dorpêçê bike. Her wiha desteserkirina pira Şixûr jî gelekî girîng e da ku bakur û rojhilatê Lazîqiye kontrol bike.

Di qonaxa sêyemîn û dawîn de, dibe ku êriş bigihêje bakur û rojhilatê çiyayê Erbaîn û Arîha. Ev der yekser digihêje Idlibê. Çiyayê Erbaîn herêmekeke stratejîk û li hemberî başûrê bajarê Idlibê ye. Girîngiya Arîhayê jî ji çiyayê Erbaîn ne kêmtir ji ber ku Idlibê bi başûr û başûrê rojhilat ve girê dide.

Têkildarî qebûlkirina dewleta Tirk vê operasyonê. Mirov dikare bêje ku Moskova Enqereyê îqna kiriye ku hinekî aram bibe. Lê ger êriş bê erêkirina dewleta Tirk dest pê kir, eniya Arîha û Seraqib gelekî girîng in. Dewleta Tirk hewl dide pêşketinên hêzên hikumeta Sûriyê yên ku Rûsya alîkariya wan dike, rawestîne yan jî dereng bixe. Di mîna vê senaryoyê de dibe ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê bi desteka dewleta Tirk êrişan li dirêjahiya eniya Arîha û Seraqib pêk bînin.

Li gorî çavkaniyan, dibe ku Enqere girêdayî kontrolakirina hêzên rejîma Sûriyê Deşta Xab û çiyayê Zawiye li beramberî destkeftiyên li Lîbyayê, dengê xwe neke. Ev senaryo jî jêdera metirsiyê ya herî mezin ji herêmên ku çeteyan li Idlibê kontrol dikin re tê hesibandin.

Ji bo Enqereyê di vê demê de, diyar e ku îhtîmala pêşdeçûna hêzên rejîma Srûiyê ber bi qonaxên yekemîn û duymenîn, metirsiya rasteqîn e.

Paşdeçûna çeteyên ji her du herêman, tê wateya hilweşanda jixweber a çiyayê herî asê ye. Ev ji bo çeteyan dê binkeftinek mezin be. di endamê de dê bi hêsanî herêma rojavayê pira Şixûr ji eniya rojhilatê Arîhayê qut bibe. Ev yek jî rê li pêşiya hêzên rejîmê vedike ku bi hêsanî girên başûrê Idlibê kontrol bike.

Heger çeteyan çiyayê Zawiye û deşta Xabê winda kirin, dê bi awayekî ne yekser bi guleyên rejîma Sûriyê rû bi rû bimînin. Di nav de moşek û topavêjan û bomberbarana asmanî. Dibe ku di encamê de çete neçar bimînin ber bi nuqteyên xwe li nêzî çiyayê Ekrad(Çiyayê Kurdan) ve bê berxwedanî vekişin.

Bi pêkhatina van armancan re, li gorî pêşbiniyan, dibe ku agirbest heta demek kurt mehekê yan jî du mehan pêk were. Ev jî rê dide hêzên rejîmê da ku amadekariyên xwe temam bike ji bo ku êrişî pira Şixur piştre çiyayê Ekrad û Arîhayê bike. Bi giştî xuyaye ku Idlibê di Îlon û Cotmehê de ber bi zivirîneke kirîtîk ve diçe.

(eh-şx)


Mijarên Din