Li Idlibê artêşa hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk hev topbaran dikin

Li herêma Idlibê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de topbaranên dualî hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) daxuyand ku şeva berê hêzên hikumetê bi nêzî 35 moşekan herêmên Fitêra û Sifohin ên Cebil El-Zawiyê yên li başûrê Idlibê hedef girtin.

Girêdayî mijarê, hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Kefer Nibul a di navbera serweriya hêzên hikumetê de topbaran kir û di encamê de ziyanên mirovî û madî çêbûn.

Li aliyekî din jî hêzên hikumetê deverên Enkawî yên Sehil El-Xab topbaran kirin.

SOHR’ê diyar kir ku şeva berê hêzên hikumetê bajarokên Fitêra, Sifohin û Kefer Uwêd ên Cebel El-Zawiyê yên başûrê Idlibê tevî gera balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê başûrê Idlibê hedef girtin.

(fr)


Mijarên Din