Ajansa me wêne û dîmenên operasyonê ku duh li gundewarên bajarê Hesekê ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve hate destpêkirin, bidest xist.
Di operasyonê de serçeteyekê DAIŞ`î (A.C) (40) hate girtin.
Hêzên YAT`ê di operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan her wiha memory card û filaş ku wêneyên serçeteyên DAIŞ`î têde hebûn û belgeyên têkiliya wî bi wan re, girt.
Endamê hêzên YAT`ê Tolhildan Rojava der barê mijarê de ji ajansa me re wiha got: "Serçeteyê DAIŞ`î (A.C) erka wî ku kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD`ê bikin hedef û mayînan li ser rêyên giştî li herêmê, daynin."
(bx)
ANHA