Li Hesekê pirsgirêka rêyan tê çareserkirin

Şêniyên taxên rojhilat ên bajarê Hesekê ji ber kort, kombûna avê û heriya li ser rêyan bi gazinc in. Hevserokê Şaredariya Gel diyar kir ku sedemên vê pirsgirêkê xetên kanalîzasyonê yên nesererastkirî ne û soz da ku ev pirsigrêk di demeke nêzîk de were çareserkirin.

Şêniyên taxên navçeya rojhilat a bajarê Hesekê ji ber pirbûna kortan, kombûna avê û heriya di nava kolanên taxê de, zehmetiyan di çûn û hatinê de dikişînin û di zivistanê de azarên wan zêdetir dibin.

Şaredariyê îsal gelek rêyên taxên bajarê Hesekê qîr kirin, lê beşeke mezin maye ku nehatiye qîrkirin an jî sererastkirin.

Ev rê ji bo ajokaran pirsgirêkeke sereke ye. Sedema vê pirsgirêkê vedigere nebirêxistinkirina xetên kanalîzasyonê, avakirina avahiyên bêserûber ku bermahiyên wê di xetên kanalîsyonê de kom dibin, dixitimin û ji ber vê yekê kort li derdora xetên xitimî çêdibin.

Şêniyê bi navê Îsmaîl Remo ji taxa Miftî ye û dibêje: "Kolanên me gelekî xirab bûne, di çûn û hatinê de ji ber kort û heriyê em zehmetiyan dikişînin. Em ji Şaredariya Gel a Navçeya Rojhilat dixwazin ku rêyan sererast bike."

Jina bi navê Caziya Hesen jî ji taxa Miftî ye wiha têne ziman: "Dema em ji malê derdikevin em di heriyê de dimînin, ji ber kortan erebe xirab dibin. Ajokar jî di ajotinê de ji ber kort û birkên avê zehmetiyan dikişînin."

Welatiyê bi navê Ekrem Xalid ji taxa Salihiyê ya dibêje divê welatî ji Şaredariya Gel re bibin alîkar û got: "Her du alî divê erkên xwe bi cih bînin."

Ji bo naskirina sedema vê pirsgirêkê û çareserkirina wê hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Rojhilat Nîdal Osê got: "Ev pirsgirêk hatiye lêkolînkirin, li ser vê yekê komîteyek hatiye avakirin da ku rêyên bizirar lêkolîn bike ji bo ku were çareserkirin."

Osê destnîşan kir ku piştî giliyên şêniyian beşek ji rêya hate sererastkirin, lê ji ber rewşa hawayî ya ne baş beşê mayî heta paşxistin heta rewşa hawayî baş bibe. Osê anî ziman ku sala borî rêyên serek yên navçeya Rojhilat hatin qîrkirin û wiha domand: "Projeya me ya qîrkirina rêya ji Çerxerêya Şehîd Serhed heta Çerxerêya Teyr hebû, lê ji ber tunebûne xetên kanalîzasyonê û rewşa hewayî ya nebaş qîrkirin heta bidawîbûna zivistanê hate paşxistin.”

Ji projeyên din ên Şaredariaya Gel a Navçeya Rojhilat danîne ber xwe, ronîkirina rêya sereke ji Çerxerêya Sînaa heta Çerxerêya Agirkujê û rêya di navbera Saziya Avê û Çerxerêya Telayaî, vekirina şitilgehekê û parkekê li beramberî Nexweşxaneya Gel a li taxa Ezîziyê.

Hevserokê Şaredariya Gel a banga hevgirtinê bi şaredariyê re kir.

ANHA


Mijarên Din