Li Hesekê panela ciwanên Kurd

Meclisa Ciwanên Kurd panelek li ser nasnameya ciwanan, aloziya Sûriyeyê û sedemên dagirkiriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê li dar xist.

Endamên Meclisa Ciwanên Kurd, Ciwanên Meclisa Sûriya Demokratîk a Hesekê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdarî penalê bûn ku hola Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa Omran a bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Hevserokê Meclisa  Ciwanên Sûriya Demokratîk Zana Mistefa axivî û behsa aloziya Sûriyeyê û zirarên wê û rola ciwanan di vê aloziyê de kir.

Zana Mistefa diyar kir ku siyasetên ku hikumeta Şamê bi Îran re dimeşîne û lihevkirinên dawîn ên li Moskovê, lihevkirinên navbera her du aliyan, armanc jê ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike.

Paşê dîwana panelê  hat avakirin û mijarên rûniştinê hatin şîrovekirin. Mijara yekemîn li ser nasnameya ciwanên Kurd û sedemên aloziya Sûriyayê û dewleta Tirk li ser ciwanan û taybet ciwanên Kurd bû.

Di mijara duyemîn de behsa rola ciwanan di şoreş de û parastina wê de hat kirin.

Beşdaran der barê herdu bendên panelê de nêrînên xwe anîn ziman.

)dm)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan