Li Hesekê meşa ciwanan ji bo piştgiriya pêngava "Em ê teqez bi serkevin"

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên a bajarê Hesekê ji bo piştgirtiya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" û salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser meşek li dar xist.

Meşa ku bi dehan ciwan beşdar bibûn ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer heta parka Xabûr a heman taxê dewam kir. Ciwanan berxwedana QSD'ê silav kirin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.

Li parka Xabûr ciwanan deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Hesekê Dilşêr Hisên axivî û got, meş ji bo salvegera duyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser û piştgiriya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" e.

Hisên destnîşan kir ku ew ê çalakiyên pêngava bidomînin û bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî pêngavê bibin.

Di dawiya çalakiyê de xelekên govendê hatin gerandin.

ANHA


Mijarên Din