Li Hesekê li hember DAIŞ‘ê operasyonên berfireh

Li Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê operasyoneke berfireh hate lidarxistin. Di encamê de mîqdarek çek û cebilxane û amûrên ku ji bo êrîş û teqemeniyê tên bikaranîn hatin girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê  daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û diyar kir ku di çalakiyeke hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li Hesekê rêjeyek mezin a çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Li hember şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê yên ku ji aliyê yekîneyên Tîmên Operasyonên Taybet ve ev demeke tên şopandin, di dîroka 4‘ê Tebaxê de, li bajarê Hesekê operasyonek berfireh hat Ii dar xistin. Di encama operasyonê de mîqdarek çek û cebilxane û amûrên ku ji bo êrîş û teqemeniyê tên bikaranîn hatin girtin.

Di çarçoveya operasyonê de;

73 mayin

77 roketên B-7 û 128 serikên teqandinê 

2 AK-47, 28 jarjûr

1 M16, 10 Jarjûr, 300 Gule

1 hawana 82mm. û 3 topên hawanê

6 bombeyên destan

1 kamera 

1 dûrbîn

1 rextê teqemeniyê

3 destik

500 guleyên AKS

150 bateriyên mayinan û hejmarek zêde funye û amûrên din yên teqemeniyê hatin desteserkirin."


Mijarên Din