Li Hesekê ji bo bidawîkirina pirsgirêka avê 10 bîr hatin kolandin

Gerînendeya Avê ya bajarê Hesekê ji bo sivikkirina zextê li ser stasyona Elok 10 bîr li kantonê kolandin.

Gundê Elok ê girêdayî herêma Serêkaniyê ya ku bi 70 km li rojhilatê navenda kantona Hesekê ye, ava vexwarinê ji bajarê Hesekê re peyda dike.

Dema karmend karê xwe li stasyona Elok dimeşînin yanî sererast dikin, dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef. Ew jî dibe sedema ku av li ser Hesekê û Til Temirê qut bibe. Ji ber wê werşeyên fenî yên girêdayî Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê di 23`yê Tîrmehê de bîr li bajarê Hesekê kolandin û bi tevahiya amûran amade kirin da ku bikevin meriyetê."

Werşeyan 10 bîr bi kûrahiya 50 mitreyan kolandin û bi xetasan amade kirin. Ev bîr di nav taxên bajarê Hesekê de hatin kolandin; Salhiye, Xezel, El-Ezîziye, Til Hecer, Neşwa Xerbî û Xiwêran. Her wiha di deverên ku avê dereng digihêjinê yan jî rêjeya avê li wir kêm e.

Girêdayî mijarê hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got bîr di nav taxên ku avê lê kêm e kolandine.

Sozdar destnîşan kir ku bîr radestî komînan kirine û bi depoyên mezin ve girêdane û wiha domand: "Ev bîr bi armanca ku şênî wê di karên malê û avdanê de dema av ji stasyona Elûk qut bibe yan jî çekirina avê kêm be,  bi kar bînin hatin kolandin. Her wiha ji bo ku ava vexwarinê kêm xerc bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din