Li Hesekê hin bazirgan hatin cezakirin

Rêveberiya Zimhêrê ya Giştî ya Hesekê bi alîkariya rêveberiyên Erîşa û Şedadê bi rêya gera li navçe û gundewarên wê ya kontrolkirina buhayên madeyên xwarinê, hin bazirganên li sûkên herêma başûr ceza kirin.

Dewriye li tevahî herêmên başûrê kantona Hesekê li Erîşa, Etala, Ecaca û Şedadê gerî û li dikanên madeyên xwarin, sûkên sebze, cil, sol û hwd geriya da ku buhayên li sûkan kontrol bike.

Şêniyê bi navê Xalid Xelîl ji bajarokê Etala yê li bakurê Şedadê giliya bihabûna madeyên xwarinê kir. Xelîl diyar kir ku her tişt zêde biha bûye, ew jî bi hedefa fişara li Bakur û Rojavayê Sûriyê ye.

Xwediyê dikaneke sebzeyan Xelef Silêman jî diyar kir ku di van demên dawîn de êdî buhayên sebzeyan guncaw bûne, her wiha di destpêka meha Remezanê de tevgera sûkê hema sekinîbû, ji ber kîloyek firingî gihîşt hezar û 200 lîreyên Sûriyê, lê niha her kîloyek di navbera 400-500’î de ye.

Silêman destnîşan kir ku lîsteya buhayên kel û pelan dikeve ser milê bazirganên ku wan ji Hesekê tînin, her wiha ji komîteyên zimhêrê daxwaz kir ku bi xurtî çavdêriya li ser bazarê bikin ku buhayan kontrol bikin.

Berdevkê Zabîteya Zimhêrê ya Hesekê Tariq Xilêf piştrast kir ku hemleya Komîteya Zimhêrê ne ya yekem e û dê ne ya dawî be jî û wiha domand: "Hedefa me ji vê yekê parastina mezêxeran e, ew jî bi erkdariya fermî ji Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê ya Kantona Hesekê ye."

Xilêf da zanîn ku bi hevkariya komteyên zimhêrê yên herêmên başûrê Hesekê ji Erîşa heya ber bi Şedadê ve dest pê kir û li gelek sûkan gerîn, dê di demên pêş de hevsengî di sûkan de çêbe ku hem bazirgan hem jî mezêxer razî bibin. 

Xilêf diyar kir ku wan li herêmên başûrê Hesekê gelek madeyên demborî desteser kirin ku ev jî wek agahiya destpêkê ji bazirganan re ye, heke zêdetirî 3 caran hat dubarekirin, dê kel û pel bên desteserkirin û dikanên hatin cezakirin, bên girtin.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din