Li Hesekê bi hezaran banga yekitiya kurdî kirin

Li ser banga Meclisa Kantona Hesekê bi hezaran kes daketin qadan bang yekitiyê li partiyên kurdî kirin.

Bi hezaran xelkê bajarê Hesekê li ser banga Meclisa Kantona Hesekê daketin kolanan  bang li tevahî partî û tevgerên siyasî yên kurd ên li Sûriyê kirin ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û bêyî mercên pêşîn yekitiya xwe ava bikin.

Meş ji pêşiya Dibistana Fewaz Çolî ya taxa Nasrayê ber bi qada Şehîd Artho ya taxa Kelasê ve destpê kir. Di meşê de alên gelek partiyên kurdî û Kongreya Star hatin hildan û bê navber dirûşmeyên banga yekitiya kurdî hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Artho ya taxa Kelasê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê Meclisa Kantona Hesekê endamê meclisê Ezher Ehmed daxuyanî xwend.

Ehmed bang li tevahî hêzên kurdistanî, rêxistinên çandî û ragihandin û kesayetên civakî û olî yên kurdî kir ku rola xwe ya rasteqîn bilîzîn û fişarê li aliyên kurdî bikin da ku yekitiya xwe ava bikin.

Ehmed bang li partiyên siyasî yên kurd ên li Sûriyê kir ku bêyî şertan li hev kom bibin û pirsigrêkan nîqaş bikin û çareseriyên eqlana jê re deynin û bi rihê berpirsyartiyê tevbigirin.

Ehmed El-Ezher di dawiyê daxuyaniyê de banga avakirina lêvegereke kurdî kir  xwdî biryara siyasî, leşkerî û rêveberî be û wekî nûnerê rewa yê gel Kurd di qadên netewî û navdewletî de were be.

Mîtîng bi dirûşmeyên banga yekitiya kurdî bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din