Li Hesekê 6 depoyên xwarinê hatin cezakirin

Zabîteya Zimhêrê û Çavdêriyê ya Hesekê di gera xwe ya di nava sûkên bajêr de, ji ber ku bazirganan buhayên madeyên xwarinê yên 6 depoyan bilind kirin û di qedexeya derketina derve de li gorî sîstemê tev negeriyane, her şeş depo ceza kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, qedexekirina çûn û hatinê heye. Ji bilî hin dikanên firotina kel û pelên xwarinê, sebze, firin û saziyên ku pêwîst e karê xwe berdewam bikin, li ser kar in.

Zabîteya Zimhêr û Çavdêriyê ya Hesekê ji bo pêşiya lîstina bazirganan bi buhayên madeyan di dema qedexeya derketinê de bigire, rojane li ser depoyên sereke û sûkên bajêr digere.

Zabîteyê li bajarê Hesekê 6 depoyên madeyên xwarinê ku li gorî biryarên di dema qedexeya çûn û hatinê de tev negeriyane, ceza kirin.

Hevserokê Zabîteya Zimhêr û Çavdêriyê Tariq El-Xilêf wiha got: "Depo û dikanên bazirganiyê yên lîsteya buhayên madeyan li gel wan tune ye, têne cezakirin."

El-Xilêf destnîşan kir ku bazirganên madeyên demborî û madeyên ku buha li ser wan tune ye difiroşin, têne cezakirin û hişyariyê didin wan ku dubare nekin û ger li gorî wê yekê tev negerin, tên cezakirin. 

El-Xilêf diyar kir ku ji ber tirsa cezakirinê, hin bazirganan dikanên xwe girtin.

Ji bo yekkirina buhayan Ii hemû dikanan, El-Xilêf wiha got: "Lîsteya Rêveberiya Zimhêrê ya diyarkirina buhayan li gel me heye. Ger bazirgan li gorî wê tev negerin, em destpêkê wan hişyar dikin, lê belê ger dubare bû em wan ceza dikin û depoyên wan digirin. Cara sêyemîn jî em bazirganan radestî dadgehê dikin."

Di dawiyê de El-Xilêf bang li bazirganan kir ku li gorî lîsteya buhayan tev bigerin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din