Li herêmên qaşo bêçek şer dewam dike, 4 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Bi bilindkirina asta şer li herêmên Idlib û Hemayê, vê sibê balafirên rejîmê parêzgeha Idlibê bi zêdetirî 30 êrîşan kir armanc. Her wiha komên çete yên girêdayî Tirkiyê deverên hêzên rejîmê topbaran kirin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Vê sibê dîsa ji aliyê balafirên rejîmê yên şer li ser hêrêmên"qaşo bêçek"e, bombebaran hate kirin. Balafirên rejîmê zêdetirî 30 êrîşên ezmanî bir ser derdora bajarê Idlibê, Xanşeyxûn, El-Hibêt, Kersaa, Şêxmistefa, Hezarîn Kefersecna, El-Neqîr, Barbo, Aryînba, Medaya, Şêxdamis, El-Rekaya û derdora bejahiya başûrê Idlibê Marzêda.

Her wiha balafirên rûsî jî di saetên saetên derengiya şevê de, 4 êrîş bir ser bajarokê bakurê Hemayê Kefirzeyda yê, di heman demê de li eniyên Kefirzeyda û El-Qesabiyê şer di navbera çeteyên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û hêzên rejîmê derket.

Di heman demê de, hêzên rêjîmê zêdetirî 190 top û moşek avêtin deverên El-Sehriyê, DêrSinbil, El-Hewca û El-Heweş û deverên girêdayî bejahiya bakurê Hemayê û bakurê rojavayê wê. Her wiha komên çete bi moşekan êrîş birin ser eniya Til Hewaş a ku dikeve bakurê rojavayê Hemayê û di encamê de 4 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin.

(eh/kc)


Mijarên Din