Li herêmên"qaşo bêçek"hejmara qurbaniyan zêdetir bûye

Bombebaran li navçeyên Laziqiyê berdewam e û hêzên rejîmê bajarên Idlibê û herêmên din ên herêmên"qaşo bêçek"bi zêdetirî 325 moşekan, topbaran kirin.

Hêzên rejîmê li herêmên"qaşo bêçek" êrîşên pêk tînin û herjmara topavêjan roja çarşemê gihaşt 325`an.

Li Hîş, Kefersecna, Şêx Mistefa, Bedma, Naciyê, Meret Hermê, nuqteyên li bejahiya başûr û başûrê rojhilat û rojavayê Idlibê êrîşên bejahî pêk hatin.

Hêzên rejîmê bi dehan topan êrîşî eniyên Kebanê kirin, Navaneda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku duh bi şev li girên Kebanê yên li bejahiya bakurê Laziqiyê, bi du helîkopteran êrîş kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan tekez kir ku li herêmên"qaşo bêçek"ji 30`ê Nîsanê ve 4 hezar û 144 kesan jiyana xwe ji dest dane.

(eh)


Mijarên Din