Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de çend teqîn rû dan

Li bajarê Bab û Qebasîn ên Bakur – Rojavayê Sûriyê çend teqîn pêk hatin. Di encama wê de kuştî û birîndar hene.

Beriya çend saetan li bajarê Bab motorsiklêteke bombebarkirî ku li kêleka mizgefta Umer Bin Xetab hatibû dayîn, teqiya.

Di encama wê de sivîlek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de li bajarê Qubasîn ê girêdayî herêma Babê du teqîn bi rêya du motorsiklêtên bombebarkirî pêk hat. Di encama wan de birîndar çêbûn.

Heta niha tu aliyan teqîn negirtine ser xwe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din