Li herêmên dagirkirî şertên jiyanê yên sext

Şêniyê ji bajarokê Qibêsîn ê ku dewleta Tirk dagir kiriye, got Tirkiye siyaseta guherandina demografiya herêmê ne tenê li Efrînê, li Şehbayê jî dimeşîne. Her wiha tevliheviya ewlehiyê, serçeteyên DAIŞ`ê yên ku cilên xwe guhertine û êdî di komên çeteyan de yên girêdayî Tirkiyê bûne berpirs.

Li herêmên ku Tirkiyê ji 2016`an ve dagir kirine, tevliheviya ewlehiyê heye. Her wiha Tirkiye li wan herêman, bi taybet herêmên ku Kurd lê hene, siyasetên kirêt dimeşîne. 200 gund û bajarokên Kurdan li herêmên Cerablus, Bab û Ezazê hebûn lê niha hejmareke gelekî hindik maye.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Mistefa Şekêr ê ku ji herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, reviye û bi xwe ji bajarokê Qibêsîn ê girêdayî herêma Babê ye ku piraniya wê Kurd in, ji ajansa me re axivî.

Rewşa civakî li herêmên dagirkirî gelekî xirab e

Şekêr rewşa herêmên dagirkirî bi gelek xirab wesifand û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta guhertina demografîk û asîmlekirinê li wan herêman dimeşîne. Gund û navçeyên herêmê bi taybet ên Kurdî bi rêya ferzkirina zimanê Tirkî di dibistanan de û nivîsandina qarmeyên pênasekirinê, rakirina alên Tirkiyê li tevahiya cihan û bikaranîna dirava Tirkiyê ji lîreya Sûriyê pirtir, vediguherîne herêmên Tirkî.

Şekêr rewşa jiyanî ya herêmên dagirkirî destrnîşan kir û got: "Bêkarî di nav şêniyan de belav bûye. Li gel tunebûna ewlehiyê rewşên tirajedîk hene. Şênî nikarin ji malên xwe derkevin û eger derkevin jî rastî revandin yan jî talankirin yanjî kuştinê tên."

Li gel hebûna dagirkerî û çeteyan ewlehî ne pêkan e

Şekêr di nav gotinên xwe de got: "li wan herêman rojek beyî teqîn û bûyerên kuştinê derbas nabe. Şekêr destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker du ciwan li nêzî bajarê Cerablusê bi rêbaza DAIŞ`ê ji ber tewana ajanê kuştin."

Şekêr tekez kir ku berpirsên ku serkêşiya DAIŞ`ê dikirin beriya ku Tirkiyê herêm dagir bike, dîsa bûne berpirsên çeteyên ku niha li herêmê ne. Şekêr balkişand ser ku ew çete bûyerên di dema DAIŞ`ê de nikarîbûn bikin, niha pêk tînin ji kuştin, talankirin û îşkencekirina şêniyan.

Di dawiyê de Şekêr behsa îdiayên Tirkiyê ji bo avakirina herêma ewle kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker banga herêma ewle li bakurê Sûriyê dike. Lê gelo behsa kijan ewlehiyê dike û di herêmên ku dagir kirine de rojane bûyerên kuştin, koçberkirin û teqîn rû didin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din