Li herêmên dagirkirî polîtîkeyên guhartina demografiya

Ev dîmen bala her kesekî ku derbasî herêmên ji hêla dewleta Tirk ve li Bakur Rojavayê Sûriyê hatine dagirkirin, dibe dikşîne. Xuyaneg, ziman û demografiya wan herêman hatine guhertin. Li gel tevliheviyê hindek maye dîmenên jiyana tê de tune bibin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 24`ê Tebaxa 2016`an ve dest bi dagirkirina herêmên Sûriyê kir. Destpêkê bajarê Cerablusê piştre herêmên Bab, Ezaz, Efrîn û Idlib dagir kirin.

Rûbera herêmên Sûriyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de digihêje bi rêjeya ji sedî 10 ji rûbera Sûriyê bi giştî.

Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirin ji aliyê komên çeteyan ên girêdayî dewleta yên weke DAIŞ û Cebhet El-Nusra û komên girêdayî Ixwan Muslimîn tên bi rêve dibirin.

Piştî ku komên çete yên girêdayî tirkiyê têkçûn, Tirkiyê bi rêya artêşa xwe û bazarên bi Rûsyayê û lehevkirinên veşartî yên bi dewletên rojavayî re kir, van herêman dagir kir. piştî dagirkirinê careke din van komên çete li hev komkir û di herêmên dagirkirî de bir rêxistinkir. 

Piştî sê salê ku di ser dagirkirina Tirkiyê re derbasbû niha jî siyaseta asîmlekirinê û sîlkirina tevahiya taybetmendiyên herêmê yên Sûrî  li van herêman tê meşandin. 

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Babê dibêjin bi rêjeya ji sedî 66 ji şêniyên herêmê yên resen hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan hatine bicihkirin.

Ev hal ne tenê li bajarê Babê, lê belê di tevahiya herêmên ku Tirkiyê dagir kirine de wisa ye.

Ji bilî binavkirina gundan bi navên Tirkî û ferzkirina zimanê Tirkî di dibistanan de ala Tirkiyê li ser dibistanan diheje. Her wiha dewleta Tirk a dagirker nivîsandina hejmarên (plakeyên erebeyan) erebeyan bi zimanê Tirkî li rex ya erebî ferz kir.

Li ser dîwaran û qadên giştî nivîsên bi zimanê Tirkî, wêneyên zabit û leşkerên Tirk ên ku di dema dagirkirna herêm de hatine kuştin, hatine daliqandin.

Di têketina hindek bajaran de alên qaşo bi navê artêşa azad li rex ala Tirkiyê bilind bûne.

Bi berdewamkirina nakokiya daîm re di navbera çeteyan de di herêmên dagirkirî de ji bo parvekirina deshilatdarî û milkên şêniyan, rêjeya bêkariyê bi awayekî mezin li herêmên ku rojane rastî bûyerên teqîn û şeran tê de zêde bûye.

Çandinî li herêmên dagirkirî jêdera yekemîn a qûta şêniyan bû. Lê ji ber tevliheviyê hejmarek mezin ji şêniyên resen neçar man koçber bibin. Tişta din kesên mane jî ji ber tirsa talankirina hilberînan ji hêla çeteyan ve nikarin biçînin. Ev jî hişt ku rêjeya bêkariyê li herêmên dagirkirî zêde bibe.

Li rex van hemûyan dewleta Tirk nasnameya xwe li ser şêniyên herêmên dagirkirî ferz kir. û dike Ew nasname bi zimanên Tirkî û Erebî hatine nivîsandin.

Di nav wan herêman de dîmenên leşkerî belav bûne. Di her kolanekê de hema bêje navendeke çeteyan heye. Erka wan a sereke tirsandina şêniyan û talankirin mal û milkê wan e.

Şêniyên Şehbayê li ser zimanê şêniyên herêmên dagirkirî ragihandin ku bi destpêkirina dagirkirinê re têkîliyên civakî jî paşde çûn.

Şênî dibêjin, ew ji ber tirsa revandin û talankirinê ji hêla komên çekdar ve û destavêtina jinan ew serdana xizmên xwe nakin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya