Gel li herêmên dagirkirî yên li Bakurê Sûriyê, di rewşeke bihêrs de dijî. Ew jî ji ber kiryarên komên çete yên ji bermahiyên DAIŞ, El-Nusra û El-Qaîdê yên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser gelê herêmê ne.
Der barê pêşketinên dawîn de, çavkaniyek ji herêmên dagirkirî ji ajansa me re wiha piştrast kir: "Rojane li herêmên Hemam Tirkmen, Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan pêk tên ku daxwaza derketina komên cîhadîst ên tundraw ji gund û bajarên xwe dikin.”
Li gor çavkaniyan, buhayê nan a her kîloyekê gihîşt hezar lîreyên Sûriyê, buhayê kîloyeke savar bi 2 hezar û 500 lîre, firingî bi hezar û 300 lîre, kundirê kose bi 900 lîre û ji bilî wê jî hin sebzeyên ku ji pêwîstiyên jiyana rojane ya şêniyan in, pir biha bûn. Li alîyekî din jî li herêmên dagirkirî cureyên fêkiyan tune ne.
Ev rewş jî li gel şêniyan hêrsekê çêdike û ji wê zêdetir jî rewşên tunebûna ewlehî, revandinên bêserûber, kuştin û dizîna bênavber berdewam dikin.
(fr)
ANHA