Li herêmên dagirkirî du teqîn pêk hatin, 12 çete birîndar bûn

Li herêmên Bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin du teqîn pêk hatin. Di teqînan 12 çete birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin teqîna yekemîn li bajarokê Raî yê bakurê bajarê Babê bi rêya motorseklêteke bombebarkirî pêk hat. Li gorî agahiyan du çete birîndar bûn.

Li bajarê Raîyê jî êrîşkarekî ku mayin li xwe pêçandibû li deriyê têketina rojavayê bajêr nêzî bendeke kontrolê ya çeteyên Tirkiyê xwe teqand. Di vê teqînê de 10 çete birîndar bûn.

ANHA

 


Mijarên Din