Li herêmên dagirkirî çete bi hev ketine

Çavkaniyên herêmî ragihand ku şer di navbera çeteyên Tirkiyê de li herêmên cuda yên di bin dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê rû dide.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan ketin destê ANHA’yê, ji seat 02:00 sibehê û heta niha li bajarê Cerablusê dengê gulereşandinê tê bihîstin.

Çavkaniyan diyar kir ku şer di navbera komên çete yên Tirkiyê li Cerablusê ku ji Tebaxa 2016`an dagir kiriye, rû dide.

Li Efrîna dagirkirî jî heman şer rû didin, di demekê de ku nakokî li bajarê Marî û Soran pêk tê.

Li gorî agahiyên ku hatin, sedema şer ji ber nakokiyên hundirîn di navbera çeteyan de li ser desthilata hundirê herêmê ye.

Şer di demekê de ku çeteyan hemleya binçavkirinan li gorî ku çete bi nav dikin "derketina ji rêya qanûnan" dest pê kiriye, pêk tê. Ev yek ji bo tesfiyekirina hundirîn a ku di bin banê îstixbaratên Tirkiyê pêk tê.

Di şer de çekên giran jî bi kar tên û rewşa tirsê di navbera refên sivîlên ku tevgera wan li bajaran ku nakokî rû dide, rawestiyaye.

Li herêma ji bajarê Cerablus heta bajarê Efrîn û Ezaz û Babê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de, nakokî û tevliheviya ewlehî rû dide, pir caran ji bo desthilatê çete bi hev dikevin û kiryarên kuştinê, dizîn, revandin û destdirêjî pêk tê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din