Li herêmên dagirkî 2 teqînan rû da

Li Ezaz û Babê yên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 teqînan rû da.

Li herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de tevlihevî heye. Teqîna yekemîn li bajarokê Qebasîn ê 7 km li bakurê bajarê Babê pêk hat. Li gorî çavkaniyan ku teqîn ji ber motorsîklêteke bombebarkirî ku li sûka bajarok teqiya, pêk hat.  Tu agahî der barê ziyanên wê de bi dest neketin.

Her wiha teqîneke din li bajarê Cerablus ê li ser sînorê bi Tirkiyê re pêk hat. Ew teqîn jî ji ber motorsîklêteke bombebarkirî pêk hat.

Heta niha tu aliyan teqîn negirtine ser xwe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din