Li “herêmên bêçek" topbaran berdewam e û Tirkiyê destekê dide nuqteyên xwe

Li herêmên qaşo bêçek topbarana hêzên desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin û hêzên rejîmê berdewam e, her wiha dagirkeriya Tirkiyê karwanên leşkerî derbasî nuqteyên xwe yên li bakurê Sûriyê dike.

Li herêmên qaşo bêçek agirbesta yekalî li Çiyayê Laziqiyê yê bakur û rojhilat, taxên bakur û rojavayê bajarê Helebê, bejahiya Hemayê û Idlibê derbasî roja xwe ya 15`mîn dibe.

Hêzên rejîmê bi dehan moşekan herêmên li Kefersenca, Marzîta, Şêx Mistefa, Has, Keferûma, Kefirnibil, Rekayê, El-The, rojhilatê Dêrê, rojavayê Dêrê ya li başûrê Idlibê, eniyên Xelsa yên li bejahiya başûrê Helebê, eniyên Kebanê û Tufahiyê yên bakurê bejahiya Laziqiyê kirin armanc.

Benda kontrolê ya Nemir a li Xan Şêxûn ku hêzên rejîmê lê bi cih dibin, ji aliyê çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin ve hate topbarankirin û windahî tune ne.

Di milekî din de hêzên Tirkiyê karwanên leşkerî derbasî nuqteyên xwe yên Ii bakurê Sûriyê dike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanê derbasî xaka Sûriyê bûye, ji gelek wesayîtan pêk tê, teqemenî bar kirine û di saetên şevê de ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li rojhilatê Idlibê ve çûn.

Hêzên rejîmê duh nuqteya Tirkiyê ya li gundê Merhetat a li başûrê bejahiya Idlibê bombebaran kiribû.

(eh)


Mijarên Din