Li “herêmên bêçek” topbaran berdewam e: 15 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Hêzên rejîmê bi desteka Rûsyayê êrîş û topbarana li ser “hêmên bêçek” ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyê lê bi cih dibin, berdewam dike. Di encama topbarana çeteyan de 15 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê êrîşên bejahî û hewayî yên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsyayê li ser gundê Teraî û girê wê yê li başûrê bejahiya Idlibê şopand.

Navendê diyar ku li ser gundê biçûk ku tenê ji çend malan pêk tê, êrîşên bi bermîl, moşek û topan pêk tê.  

Di heman çarçoveyê de, navendê diyar kir ku dema komeke ji hêzên rejîmê kom bûbûn, çeteyên girêdayî Tirkiyê bi moşekan eniya gundê Terayî kir armanc û di encamê de 15 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Di milekî din de li El-Temanîa, Kefersecnê, Rikaya, Medaya, Şêx Mistefa, Hîş, Xan Şêxûn, Teraya û girê wê yê li başûrê bajahiya Idlibê, hejmara êrîşên balafirên rejîmê yên şer gihaşt 33 êrîşan.

Her wiha li Til Aas, Xan Şêxûn, El-Temanîa, Keferxecnê, Rekayê û girê wê yê li başûrê Idlibê, eniya Kebanê ya Çiyayê Kurdan, derdora Keferzêta û Letmaniya ya bakurê Hemayê, hejmara bermîlên ji helîkopteran gihaşt 48 bermîlan.

Di heman demê de hejmara derbeyên asmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê li ser nuqteyên li Xan Şêxûn, Kefersecnê, Terayê û girê wê, Kefersencê, Medaya, Rekayê, Şêx Mistefa yê bejahiya başûrê Idlibê û eniyên Kebanê yê bakurê bejahiya Laziqiyê, gihaşt 31 derbeyan.

Hêzên rejîmê ji dema gera Astanayê ya 13`emîn a navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de, piştî ji 30`ê Nîsanê ve li herêmên qaşo bêçek li gorî hevpeymana Rûsya-Tirkiyê girêbest hate ragihandin, li bakurê bejahiya Hemayê, başûrê bejahiya Idlibê bi pêş ve çû.

(eh)


Mijarên Din