Li herêmên bêçek şer û topbaran didome

Îro di saetên sibê de li bajarokê Kebanê yê Cebel Ekrad a bejahiya Laziqiyê di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê û hêzên rejîmê de şerekî dijwar rû da. Her wiha herêmên bêçek bi awayekî dijwar hatin topbarankirin.

Îro ji saetên sibê ve li navenda bajarokê Kebanê yê Cebel Ekrad ê bejahiya Laziqiyê di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şerekî dijwar dû. Di roja 3`yemîn a şer de hêzên rejîmê hewl didin bi pêş ve biçin. 

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên rejîmê 26 caran Keferzîta, Zekat, Letamne, Mork ên bejahiya bakurê Hemayê, Kefer Mizde, Ameriye ya başûrê Idlibê, navenda Kebanê ya bejahiya Laziqiyê bombebaran kirin.

Her wiha helîkopteran îro di saetên sibê de 10 bermîlên teqemeniyê avêtin bajarokê Mork ê bejahiya bakurê Hemayê û navenda Kebanê ya Cebel Ekrad.

Hêzên rejîmê derdora Zekat, Hesraya, Erbeîn, herêmên Sehil Xab ên bejahiya bakurê Hemayê, navenda Kebanê, girên Ziwîqat, girê Siryatel û Tirdîn ê bejahiya bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Her wiha balafirên Rûsyayê ji şevê din ve 16 caran herêmên bajarokê Mork, Letamne, Keferzîta yên bejahiya bakurê Hemayê, gundê Cibala yê bejahiya başûrê Idlibê û navenda Kebanê ya bejahiya Laziqiyê bombebaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî komên çete yên girêdayî Tirkiyê, Miherde, Şîlot, Til Milih, Cibîn, dibistana ajotinê li Hewîz, Naor Şetha, Resîf, Ceyid ên bejahiya bakur û rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê tekez kir ku di encama topbarana di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de kuştî çêbûn lê tu agahî der barê hejmara wan de nedan.

(bx)


Mijarên Din