Li herêmên bêçek şer û topbaran: 50 sivîl hatin kuştin

Herêmên "bêçek" ji aliyê balafirên rejîmê ve hatin bombebarankirin, her wiha di navbera çeteyên Tirkiye û hêzên rejîmê de li çiyayên Beravê şer û topbaraneke dijwar derket, herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Balafirên şer ên rejîmê îro di saetên sibê de deverin ji derdora bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê û herêma di navbera bejahiya bakurê Hemayê de bombebaran kirin. Her wiha helîkopteran ji şevê din ve bermîlên teqemeniyê avêtin ser bajarokê Letamne, Kefer Zîta û gundê Zekat ê aliyê bakurê bejahiya Hemayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku herêmên ji Kefer Zîta, Letamne, Hesraya, Erbaîn, Zekat, Qahira, Mensûra, Til Wasit ji aliyê hêzên rejîmê ve hat, bi moşekan hat bombebarankirin.

Ji aliyekî din ve balafirên şer ên Rûsyayê piştî saetên derengiya şevê din, herêmên bajarokê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê, bajarokê Kefer Zîta yê bejahiya bakurê Hemayê, bombebaran kirin.

Komên çete yên ku destekê ji Tirkiyê werdigirin bi top û moşekan deverin ji Heyalîn, Til Milih, Cibîn, baregeha Birîdîc, Til Silba, Hakore û Şîzir ê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Li eniyên bejahiya bakurê Laziqiyê jî îro di saetên sibê de di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de şer derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber topbaran û şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de ji şevê din ve 50 kes hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din