Ev 3 roj e hêzên rejîmê eniyên Kebanê li Cebel El-Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê bombebaran dike, lê agahî der barê ziraran de bi dest neketin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên rejîmê careke din cihê ku ji "herêma bêçek" mayî, topbaran kir. Rejîmê piştî seatên êvara sêşemê bi topan cihên li Meret Hermê, Şêx Mistefa û El-Teh li gundewarên başûr û başûrê rojhilatê Idlibê û gundê Cezraya li başûrê Helebê kir hedefa xwe.
Li eniya Til Cefer a bakurê rojhilatê Xan Şêxûn, di navbera komên çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer derket, lê agahiyên berfireh der barê ziraran de nehatin zanîn.
Der barê mijarê de SOHR`ê tekez kir ku balafirên keşfê li asîmanê başûrê gundewarên Idlibê heta îro sibehê difiriyan.
(jo)