Li herêmên “bêçek” bombebaran

Li herêmên “bêçek” ên Idlib û Hemayê di nava 25 rojên ku şer girane, îro aste şer bilindtir bû. Herêm ji aliyê firokeyên rejîma Sûriye û Rûsyayê herêm bombebaran dikin. Heman demê de şerên dijwar di navbera çeteyên Tirkiye û hêzên Rejîmê de rû didin.

Herêmên “bêçek” di roja 25`an de rastî tundtirîn şer tên. Balafirên Rejîmê ji saetên şevê ve û heta niha nêzî 26 êrîşên ezmanî pêk aniye. Balafiran, herêmên Til Milih, El-Cibeyn, El-Zekat, Keferzeyda,El-Letmana,Hesraya ku girêdayî bejahiya bakur û bakurêrojavayê Hemayê ye, El-Hêbit, Mearethermê û Ermaniyayê ku girêdayî başûrê bejahiya Idlibê ye, kirin armanc.

Di vê çarçoveyê de balafirên Rûsiyayê nêzî 7 êrîşên ezmanî pêk anîn. Êrîşan herêmên Til Milih, El-Cibeyn ku girêdayî bejahiya bakurrojavayê Hemayê, El-Hibêt k li başûrê bejahiya Idlibê dikeve kirin armanc. Di vê çarçoveyê de di saetên şevê de êrîşên dijwar li endiyên Tilmilih û El-Cibeynê pêk hatin.

Têkildarî mijarê bi rasthatina êrîşên ezmanî re, di navbera çeteyê dewleta Tirk û hêzên Rejîmê û komên çekdar yên girêdayî aliyên din, şer derketin. Di encam de kuştî û birîndar çêbûn.

Di vê çarçoveyê de Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hejmara kuştiyan dibe ku bilind bibe. Ji ber ku zêdetirî 50 birîndarî hene û rewşa wan xerab e.Tê zanîn ku ev birîndar di encama bombebara ezmanî ya ku rejîma Sûriyê û Rûsiya li ser herêma “bêçek” pêk anîn de, birîndar bûne.

(eh)

 


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir