Li herêmên bêçek 27 caran binpêkirin pêk hat

Komîteya çavdêriya agirbestê ya Rûsyayê ya Sûriyê ragihand ku agirbesta çêbûye 27 caran ji aliyê komên çete ve hatiye binpêkirin. Her wiha got hêzên rejîma Sûriyê bejahiya Meret Nûman û navenda Kebane ya Cebel Ekrad a bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Roja 8`emîn a agirbestê li tevahî “herêmên bêçek" piştî gelek binpêkirinên ji aliyê hêzên rejîmê ve dest pê kir.

Ji 31`ê Tebaxa derbasbûyî ve bombebarana balafirên rejîmê û balafirên Rûsyayê sekiniye. Lê balafirên şer ên Rûsyayê duh li ser asîmanê herêmê geriyan.

Hêzên rejîma Sûriya şevê din deverên ji Rikayet Sicne, El-Amiriye, Hîş, Kefer Sicne, El-Tih ê bejahiya bajarê Naman, navenda Kebane ya Cebel Ekrad a bejahiya bakurê Laziqiyê bi moşekan kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku şevê din hêzên rejîmê gund û bajarokên Hîş, Has,El-Tih û Tihtaya yên bejahiya başûrê Idlibê bi moşekan kirin hedef. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê deverine ji gundê El-Rikaya yê aliyê başûrê Idlibê jî kirin hedef.

Ajansa Spûtnîk a Rûsyayê li ser navê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku aliyê Rûsyayê ji komîtya Rûsî-Tirkî ku agirbestê dişopîne, 27 binpêkirinên agirbestê li Sûriyê di nava 24 saetên dawîn de belge kirin. Her wiha 12 binpêkirin ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin.

Binpêkirinên ku aliyê Rûsyayê kirine, wiha ne: 8 caran li parêzgeha Laziqiyê, 5 caran li Idlibê, 8 caran li Helebê û 6 caran li Hemayê.

Agirbest ji 31`ê Tebaxê ve hatiye ragihandin lê tevî wê jî topbarana di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên destekê ji Tirkiyê digirin de qet nesekiye.

Çavdêr dibînin ku ev agirbest piştî serdana Erdogan li Rûsyayê pêk hat. Rûsya mohlet da Tirkiyê da ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye) û hikumeta Enqaz a girêdayî Cebhet El-Nusra rakin û rêyên M4 û M5 ên navneteweyî werin vekirin.

(bx)


Mijarên Din