Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werza çinînê dest pê kir

Li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werza çinîna ceh, nîsk û kemûnê dest pê kir. Di rojên destpêkê yên çinînê de, berhemdarî li gorî herêman tê guhertin. Li aliyê din jî metirsiyên der barê hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên şewitandina berhemên çandiniyê de dewam dikin.

Cotkarên piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çinîna berhemên xwe  yên çandiniyê wekî nîsk, ceh û kemûnê dikin, nexasim li herêmên başûrê kantona Hesekê, herêma Firatê, Reqayê û Dêrazorê. Îsal çinîna berheman ji ber daketina pileyên germahiyê û barîna baranê, dereng ma.

Li gorî cotkaran, ji ber barana zêde ku di demsalên zivistan û biharê de barî, berhema îsal ji salên berê çêtir e.

Berhemdariya erdên çandiniyê yên Eyn Îsa ya herêma Firatê baş bû. Li gorî Komîteya Aborî û Çandiniyê firehiya wan erdan 117 hezar hektar  ku jê nêzî 51 hezar donim avî ye. Li gorî cureya axê û rêjeya barîna baranê, her hektarek di navbera 10-15 toran de berhem dide.

Li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber barana bahozî û zîpikê, zerar gihîşt berhemên çandiniyê.

Li navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê ji beriya 4 rojan ve dest bi çinîna bermeha ceh hatiye kirin, lê belê berhem ne wekî ku cotkaran hêvî dikir bû. Berevajî salên borî ku her donimekî herî kêm 4 tor berhem dida, îsal her donimekî tenê torek berhem da.

Komîteya Çandiniyê ya Şedadê diyar kir ku sedema sereke ya kêmbûna berhema werza îsal, barîna zîpikê bû. Her wiha di meha Nîsanê de baran kêm bariya û di nava erdên çandiniyê de gihayên bizirar derketin.

Li navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê jî werza çinîna kemûnê duh dest pê kir. Ji ber ku îsal baran pir bariya, cotkar hêvî dikin ku werza îsal baş be.

HEWLDANÊN DEWLETA TIRK Û ÇETEYAN ÊN ŞEWITANDINA ÇANDINIYÊ ŞÊNIYAN METIRSÎDAR DIKIN

Sala borî bi hezaran hektarên erdên çandiniyê şewitîn. Beşeke mezin a şewatan, bi zanabûn derketibû. Îsal jî şênî ditirsin ku erdên wan bên şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Girê Spî û Serêkaniyê bi zanabûn gundan topbaran dikin da ku şewat di berhemên çandiniyê de derkeve. Li erdên çandiniyê yên gundê Dibis ê gundewarên rojavayê Eyn Îsayê ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê, şewat derket.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo pêşîlêgirtina derketina şewatan tedbîrên pêwîst girtin, her wiha bang li şêniyan kir ku heta werza çinînê bi berpirsyariyên xwe rabin û berhemên xwe biparêzin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din