Li herêmên bê çek şer didome, 7 sivîl hatin kuştin

Di encama bombebarana rejîma Sûriyê û hevlbenda wê Rûsya li ser bejahiya Heleb û Idlibê yên di nava herêmên bê çek de, 7 sivîl hatin kuştin.

Hêzên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsyayê bombebarana li ser herêmên bê çek ku ji aliyê çeteyên ku destekê ji Tirkiyê digirin hatine dagikririn, didomînin. Bajarokê Keferûma yê bejahiya Meret Nûman  a aliyê başûrê bejahiya Idlibê, bajarê Meret Nûman ê başûrê Idlibê ji aliyê balafirên Rûsya ve hatin bomebarankirin. Her wiha balafirên rejîmê bajarokê Etarib ê rojavayê bejahiya Helebê bombebaran kir. Di encama wê de sivîl hatin kuştin.

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên rejîmê û Rûsya 20 caran Letamne, derdora wê ya bejahiya bakurê Hemayê, Meret Nûman, derdora wê, Kefrûma ya bejahiya başûrê Idlibê, navenda Kebane ya Cebel Ekrad, bombebarkir kirin.

Balafirên şer ên rejîmê îro ji saetên sibê ve 16 caran Etarib a bejahiya rojavayê Helebê, Îkarda, Bewabiye ya bejahiya başûrê Helebê, bajarokê Mork ê bakurê Hemayê her wiha derdora bajarê Idlib, navenda Batinte û Kefercalis a rojavayê Idlibê, bomebaran kir.

Helîkoptiran jî 23 bermîlên teqemenî avêtin ser Mork, Letamne, Lehaya ya bejahiya bakurê Hemayê, Sermaniya ya Sehil Xab û navenda Kebane ya Cebel Ekdar.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan diyar kir ku di encama bomebarana balafirên rejîmê û Rûsya li ser herêmên bê çek, 7 sivîl hatin kuştin.

(bx)

 


Mijarên Din