Li herêmên bê çek piştî topbaranê, agirbest didome

Agirbesta li herêmên "bê çek" piştî topbarana di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de derbasî roja xwe ya 6`emîn dibe. Her wiha artêşa Tirkiyê madeyên xwarinê ji bo endamên ku di nuqteya çavdêriyê ya li Mork de asê mane, birin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê şevê din herêmên ji El-The, Dêra şerqî ya bejahiya bajarê Meret Nûman a rojhilat, derdora Kebane ya Cebel Ekrad a bejahiya bakurê Laziqiye, topbaran kir.

Girêdayî mijarê agirbesta nû li herêmên mayî ji herêmên bê çek derbasî roja 6`emîn bû. Balafirên rejîmê û alîgirê wê Rûsya ji 31`ê Tebaxa derbasbûyî ve ji ser asmînê herêmê ne geriya ye.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê şevê din topbarana hêzên rejîmê li ser El-The, Dêra şerqî, Hîş ên bejahiya başûrê Idlibê, Zimar, Cezraya ya bejahiya başûrê Helebê, belge kir.

Komên çete ku destekê ji Tirkiyê digirin yek ji navendên hêzên rejîmê ku ber bi eniya El-Hewîz a bejahiya rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kir.

Her wiha navendê diyar kir ku karwanekî leşkerî ji hêzên artêşa Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de derbas xaka Sûriyê bûn da ku xwarinê bibe ji endamên xwe yên di nuqteya çavdêriyê ya li bajarokê Mork hatine dorpêçkirin.

Çavkaniyan di demên berê de gotibûn agirbesta nû mîna muhleteke Rûsya ji Enqereyê re da ku şertên wan ji bo tunekirina çeteyên Heyet Tehrîr Şam re û rejîm serweriya xwe li ser rêyên bazirganiyê ferz bike pêk bîne, di nava du rojan de wê bidawî bibe.

Çavkaniyan tekez kir ku çete ji navendên xwe yên li nêzî rêya navdewletî ya di navbera Heleb û Şamê de venekişiya ne, hêzên rejîmê jî alîkariyên leşkerî ber bi derdora Helebê ve birin û amadekariyên operasyona leşkerî dikin.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên Tehrîr El-Şam, di civîneke ku duh li herêma Bab El-Hewa hatibû lidarxistin de, gotin  ew amadekariyên êrîşeke leşkerî di demeke nêz de li dijî hêzên rejîmê dikin. Di heman civînê de, Tirkan gotin, ew ji Idlibê dernakevin û ew rê nadin ku rêyên M5 û M4 were vekirin û anîn ziman ku tu hevpeyman bi Rûsya re tune ye.

(bx)


Mijarên Din