Li herêma Serêkaniyê, artêşa Tirk dayîkek qetil kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, êrişî gundê Til Werdê ya girêdayî navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê kirin û dayîkek qetil kirin û 5 sivîlên din jî birîndar kirin.

Dema sivîlan xwestin ji gund derkevin, artêşa Tirk û çeteyên wê dîsa bi çekên giran êriş kirin. Tê gotin birîndar hene.

Topbarana li ser gund dewam dike û sivîl nikarin derkevin. Metirsiyek li ser jiyana sivîlan heye ku bi komkujiyan re rû bi rû ne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din