Li herêma Serêkaniyê, 22 çete hatin kuştin, 5 erebeyên dagirkeran jî kete destê QSD`ê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, bi çekên giran û bi kordîneya bi balafirên keşfê, êrişî Zirganê ya herêma Serêkaniyê kirin.

Şervanên QSD`ê bi tundî bersiva êrişan dan. Di encamê de, li gorî ku bi çav hat dîtin 22 çete hatin kuştin û 5 erebeyên wan ketin destê şervanên QSD`ê. Her wiha panzêreke artêşa dagirekr derbe xwar.

(kc)

ANHA


Mijarên Din