Li herêma pîşeyî ya Serêkaniyê 14 çete hatin kuştin

Li herêma pîşeyî ya ku dikeve rojhilatê bajarê Serêkaniyê şerên dijwar di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Li gorî agahiyan heta niha derdora 14 çete hatine kuştin.

Nûçegihanê me ji bajarê Serêkaniyê yê ku rewşa herêmê dişopîne ragihand ku şerên dijwar li herêma pîşeyî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê rû didin.

Nûçegihanê me got li gorî agahiyên destpêkê derdora 14 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û termên wan di nav kolanên herêma pîşeyî de ne.

ANHA


Mijarên Din