Li herêma Dêrikê ceribandina çandina fistiqan

Cotkarên herêma Dêrikê hewl didin cureyên cuda yên hilberînan biçînin. Ji bo warê çandiniyê xurt bikin û berhemên nû derbasî herêmê bikin. Yek ji van jî fistiqebîd e û cara yekem e ku li herêmê tê çandin.

Herêma Dêrikê yek ji herêmên Bakurê Sûriyê ye û bi avhewaya xwe ya ji bo çandiniyê guncaw tê nasîn. Cûreyên çandiniyan ên diyar li herêma Dêrikê tên çandin. Bi salane wek berhemên zivistan û havînê berhem tên çandin.

Lê cotkarên herêmê hewl didin çandina cureyên cuda û nû biceribînin. Cotkar dixwazin çandina berhemên cuda derbasî herêmê bikin.

Cotkarê bi navê Ibrahîm ji şêniyên gundê Kerbelat ê girêdayî gundên Beravê li herêma Dêrikê ye. Îsal 20 donim zevî bi fistiqebîd çand. Ev hilberîn berê li herêmê nehatiye çandin.

Li gorî çavkaniyan warê resen ê fistiqebîd herêma medarî ya Emerîka başûr e. Di destpêka sedema 16`an de portegalan ew veguhestin rojavayê Afrîqyayê. Piştre birin Sudanê. Di dawiya serdema 18`an de ji Afrîqya veguhezî DYE`yê û çandina wê ber bi rojhilat ve belav bû. Heta li Çîn û Hindistanê veguherî hilberîna herî girîng. Ev hilberîn cara yekemîn di destpêka serdema borî de li hejmarek herêmên berava Sûriyê hate çandin.

Cotkar Ibrahîm Umer diyar kir ku axa herêmê û hawaya wê ji bo çandina fistiqebîd guncaw e. Li herêmê axa esmer û qumî bi taybet li herêmên li nêzî Çemê Dîcle peyda dibin.

Umer dibêje pêwîstiya çandina fistiqebîd bi alavên nûjen heye ku li herêmê peyda nabin. Tevî ku ceribandina pêwîst li herêmê tune ye, ji ber ku ev hilberîn li herêmê nayê naskirin. Lê çandin û serkeftina hilberînê dê bi ceribandina bi demê re, peyda bibe.

Umer bang li aliyên têkildar kir ku cotkaran teşwîqî çandina berhemên ku heta niha nehatine çandin bikin. Umer got: “Divê aliyê têkildar bi rêya pêşkêşkirina ceribandinên pêwîst û alîkariya wan bikin ji bo ku nexweşiyên di nav de belav dibin derman bikin.”

Tê payîn ku hilberîna fistiqebîd di destpêka Cotmehê de were çinîn.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din