Li herêma Cizîrê nexweşekî Koronavîrusê baş bû

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê daxuyand ku yek ji nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) baş bûye û qedexeya li ser taxa Umran a bajarê Hesekê jî îro radibe.

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê li pêşiya avahiya Desteya Tenduristiyê ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Telat Yûnis û hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat û hevserokatiya Desteya Tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Telat Yûnis wiha da zanîn: "Di 12`ê Gulana 2020`an de Şaneya Aloziyê ji bo nîqaşkirina tedbîrên qedexeyê û tekoşîna li dijî koronavîrusê li cîhanê û herêmên me belav bûye, civînek li dar xist."

Yûnis destnîşan kir ku ew wek Şaneya Aloziyê bi saya tedbîrên xweparastinê ku li dijî belavbûna vîrusê girtine, heta niha rê li pêşiya belavbûna Koronavîrusê li herêmê hate girtin. Ew yek her wiha bi saya têgihîştin û hevkariya gelê herêmê û pabendbûna bi biryarên Şaneya Aloziyê re, pêk hat.  Yûnis wiha got: "Em tekez dikin ku hemû saziyên me ji bo parastina gelê me ji vê şewba cîhanî, her tim amade ne."

Telat Yûnis her wiha daxuyand ku bi derketina 2 rewşên Koronavîrusê li bajarê Hesekê re, qedexe bi temamî danîn ser taxa Umran û nexweş jî xistin karantînayê û wiha got: "Piştî 14 rojan ji karantînayê ku ev dema rakirina vîrusê ye, piştî ku Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku testên nexweşekê ji erênî bûn neynî, em radigihînin ku nexweş baş bûye."

QEDEXEYA LI SER TAXA UMRAN A HESEKÊ RADIBE

Telat Yûnis eşkere kir ku li gorî van pêşketinan, ev biryar hatine dayîn:

“Ji îro ve qedexeya li ser taxa Umran a bajarê Hesekê radibe.

Qedexeya derketina derve heta dawiya cejna Remezanê dirêj dibe.

Hemû biryarên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hejmara 42’yan, ji dîroka 11ê` Gulana 2020`an ve  li bajarê Hesekê û bajarên din pêk tên.

Divê gelê me pabendî tedbîrên xweparastinê bimîne û li hemû deveran ji kombûnên civakî dûr bikeve.

Em piştrast dikin ku sivikkirina tedbîrên qedexeyê, nayê wateya bidawîbûna şerê me yê li dijî vê şewba cîhanî.”

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29`ê Nîsanê de li taxa Umran a bajarê Hesekê 2 nexweşên Koronavîrusê ku hevjînên hev in, belge kiribûn. Yek ji nexweşan li malê û yê din jî li nexweşxaneya bajarê Qamişlo dihatin dermankirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din