​​​​​​​Li herêma Cizîrê ji sibê ve qedexe tê ragihandin-HAT NUKIRIN

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ragihand ku ji sibê (pêncşemê) ve çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

Bi berdewama belavbûna şewba Koronayê re, nexasim piştî ku nexweşên vîrusê li herêma Cizîrê hatin tespîtkirin ku heta niha 8 kes in, her wiha ji ber xeteriya Koronavîrusê li ser jiyana welatiyan û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê û parastina tendurstiya şêniyên herêmê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ev tedbîr girtin:

1-Çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan di dema betlaneya Cejna Qurbanê de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

2-Kombûnên wekî (şahî, sersaxî, parkên giştî, cihên geştiyarî, cihên olî, melevangeh, holên sporê, xwaringeh û hwd..), tên qedexekirin.

3-Zanîngeha Rojava, navendên perwerdê, danîngeh û paxçeyên zarokan heta derketina biryareke din, tên taloqkirin.

4-Hemû rewşên bi guman ku pêwîstiya wan bi navendên tenduristiyê tune ye, dikevin karantînaya malê.

5-Divê li hemû cihan pîvanên dûrbûna civakî bên pêkanîn û xwediyên dikan, firn û hwd.. tedbîrên xweparastinê bigirin.

6-Hemû serdanên girtîgehan tên qedexekirin.

7-Erebeyên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de tên rawestandin.

8-Biryar ji 30`ê Tîrmeha 2020`an (pêncşemê) ve dikeve meriyetê.

Ji bo parastina  tenduristiya  gelê me, divê her kes biryar û tedbîrên xweparastinê pêk bîne. Her wiha em  Cejna Qurbanê li tevahî gel pîroz dikin û tekeziyê bi pêkanîna biryaran û pîvanên dûrbûna civakî di dema cejnê de, dikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din